Türkan Tosun
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Li Las Vegasa bajarê eyaleta Nevadaya Amerîkayê di êrîşa biçek ya ku li mihrîcaneke muzîkê hatibû kirin de hejmara miriyan derkete 59an.
Şerîfê Las Vegasê Joe Lombardo der barê geşedanên nû yên êrîşê de agahî da çapemeniyê.
Lombardo got hejmara miriyan derkete 59an û hejmara miriyan jî bû 527.
Lombardo got di odeya otêlê ya ku êrîşkar lê dima 16 tivingên otomatîk hatine dîtin.
Şerîf Lombardo anî zîman ku Ofîsa Lêpirsînê ya Federal (FBI) di nav rojê de ketiye mala êrîşkar Stephen Paddock, li malê 18 çek, bi hezaran gule û di wesayîta wî de jî amonyum nîtrat dîtiye.
Li Clarka navçeya Las Vegasê piştî bûyerê rewşa derasayî hat îlankirin.
- Navê bavê êrîşkar di lîsteya FBIyê de heye
Ji hêla din ve hat diyarkirin ku Benjamîn Hoskîn Paddockê bavê êrîşkar di lîsteya FBIyê de di bin serenava "yên herî zêde tên lêgerîn" de derbas dibe.
Li gor nûçeyên medyaya Amerîkayê di sala 1969an de di îlanekê de navê Benjamîn Hoskîn Paddock derbas dibe û navê wî di lîsteya FBIyê de "yên herî zêde tên lêgerîn" de heye.
FBI ji bo wî dibêje li bankayan dizî kiriye, wesayît dizîne, çekan difroşe û wî wek "psîkopat" û "kesekî bitaluke" bi nav dike.