Türkan Tosun
08 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2020
Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El Ehmed el Cabir Es Sabah wezîfeya avakirina hikûmeta nû dîsa da Sabah Xalid Es Sabah.
Li gor ajansa fermî ya Kuweytê KUNAyê bi biryarnameya Mîrektiyê va wezîfeya avakirina hikûmeta nû dîsa bû ya Serokwezîr Sabah Xalid Es Sabahê îstifa kiriye.
Yekşema çûyî piştî encamên hilbijartina parlamenteran hatibû eşkeririn Serokwezîr Sabah wek gaveke qanûna bingehîn îstifaya xwe pêşkeş kiribû.
Mîrê Kuweytê Newaf jî îstifaya Sabah qebûkl kiribû.
Li welêt hikûmeta dawîn di çileya pêşîn a 2019an da bi serokatiya Xalid Sabah hatibû avakirin.
Duh li Kuweytê hilbijartina parlamenteriyê hat kirin û 31 navên nû hatin hilbijartin.
Di Meclisa Neteweyî da 50 sandalye hene ku 19 parlamenterên ji heyama berê cihê xwe parastin.
Bi saya hilbijartinan li Meclisê ji sedî 62 guherîn çêbû.