İbrahim Atmaca
08 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2020
Artêşa Azerbeycanê wê ji bo serkeftina ku li Qerebaxa Çiyayî bi dest xist, li Meydana Azadlixê ya paytext Bakuyê merasima eskerî ya derbasbûnê li dar bixe. Eskerên Tirk jî wê beşdarî merasimê bibe.
Mehmetçîkên ku wê beşdarî merasimê bibin, beşdarî provayên ku li kuçeyên Bakuyê hatin kirin, bûn. Eskerên Tirk ên kumsor, di kuçeyên bajêr da bi duruşmeyên "şehîd namirin, welat perçe nabe" û "her tişt ji bo şehîdan" berz kirin û derbas bûn.
Li gor planê merasim wê di 10ê berfanbarê da were kirin û tê payîn ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê di merasimê da nûnertiya Tirkiyeyê bike.