Yasin Yorgancı
11 Hezîran 2025•Rojanekirin: 12 Hezîran 2025
Li bajarê Los Angelesê yê Amerîkayê yê bi rojan e protestoyên piştgiriya ji bo koçberên bêdestûr tên lidarxistin, li navenda bajêr qedexeya derketina derva hat ragihandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Şaredariya Los Angelesê ya girêdayî eyaleta Californiayê da hat ragihandin ku heya agahdarkirineke din, her roj bi dema herêmî ji saet 20.00an heya saet 06.00an qedexeya derketina derva dê bê cîbicîkirin.
Di daxuyaniyê da her wisa hat destnîşankirin, ji bo pêkanîna ewlehiya li navenda bajêr, ji xeynî ekîbên Departmana Polêsê Los Angelesê ji giştiyê herêmê bi sedan personelê ewlehiyê hatin peywirdarkirin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku hêzên ewlekariyê, personelê tenduristiyê, şêniyên deverê, kesên diçin kar û tên, rojnamegerên kartê wan ê çapemeniyê heye ne tê da, qedexeya derketina derva ji bo herkesî derbasdar e.