Türkan Tosun
19 Mijdar 2018•Rojanekirin: 20 Mijdar 2018
ANKARA
Li Misirê arkeologan goreke 3 hezar û 700 salî ya jineke ducanî dîtin.
Li gor nûçeya Natîonal Geographîcê Wezareta Berhemên Dîrokî ya Misirê daxuyand hefta borî li nêzîkî bajarê Asvanê di xebatên arkeolojiyê ya ku bi hevkariya Îtalyan û Amerîkiyan va tê kirin da îskeletê jineke ducanî û dergûşa di zikê wê da hat dîtin.
Wezaretê daxuyand wisa xuya dike jinik qasî 25 salî ye û hema ber bi welidandinê da bûye.
Hat gotin tê texmînkirin îskelet beriya zayînê di navbera salên 1750-1550an da maye.
Pisporan daxuyand dergûşa di zikê jinikê da ji ber ku serberjêr e ev nîşan dide ku dema dergûş dihat dinyayê jinik miriye.
Hat destnîşankirin bermayiyên vî rengî der barê demên berê û jinên ku dema diwelidîn dimirin da agahiyan didin.
Profesor Sandra Wheelera ji Zanîngeha Florîdayê di civîna çapemeniyê da got di xebatan da dergûşeke di zikê dayikê da ya ji wê demê pir kêm tê dîtin.
Wheeler got çawa ku îro dayik dema diwelidin dimrin, wê demê jî di welidandinê da jin dimirin, ev îskelet dikare der barê vê mijarê da agahiyan bide.
Wheeler got bi tenê îskeletê va mirov nikare der barê sedema mirina jinikê da agahiyeke teqez bizanibe.
Profesor Wheelerê anî ziman hestiyên jinikê yên aliyê pelvîsê xwar bûne ku ev jî nîşan dide dibe ku ew nexweş bû, baş xwarin û xurek nedixwar an jî qezayek derbas kiriye, ji ber vê hestiyên wê xwar bûne.