19 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
DÊRAZORÊ/ANKARA
YPG/PKKya rêxistina terorê serkirdeyê DEAŞê bi bergîdana 100 milyon lireyê Sûriyeyê va (nêzî milyonek lireyê Tirk) berda.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, Amerîkayê ji serkirdeyên DEAŞê Cemal Feyyad El Huseyînê bi kodnava Ebû Xalid El Sûrî girt.
YPG/PKKya mitefîqê herêmî yê Amerîkayê jî pêr bi eqrebayên El Huseyînê ku qaşo endamê şêwrê û berpirsê sehayên neftê yê DEAŞê ne ra bazarî kir.
Bazarî li navçeya Şedadiyê hat kirin û li gor îdiayê eskerên Amerîkayê jî beşdar bûn. El Huseyîn bi bergîdana 100 milyon Lireyê Sûriyeyê va (nêzî milyonek lireyê Tirk) hat berdan.
YPG/PKK û DEAŞ berî niha jî bazariyeke bi vî rengî kiribûn. Di çapemeniyê da weşiyabû ku DEAŞî bi vê rêyê va hatine berdab, rayedarên Amerîkayî jî îdia kiribûn ku di bazariyan da rola wan tune û "lihevkirin di navbera hêzên herêmî da" çêbûye.