Dildar Baykan Atalay
04 Nîsan 2023•Rojanekirin: 05 Nîsan 2023
ANKARA (AA) - Di navbera alîkarên karên derva yên Tirkiye, Rûsya, rejima Beşar Esed û Îranê da li ser meseleya Sûriyeyê civîn hat kirin û terefan li hev kirin ku şêwra xwe bidomînin.
Li gor agahiyên çavkaniyên diplomatîk di 3 û 4ê Nîsanê da li Moskovaya paytextê Rûsyayê di navbera alîkarên karên derva yên Tirkiye, Rûsya, rejima Beşar Esed û Îranê da civînên şêwrê hatin kirin.
Di civînê da terefan li ser amadehiyên civîna wezîrên karên derva ya di pêşrojê da axivîn û helwest û fikrên xwe bi zelalî û eşkere gotin.
Di encama civînê da terefan li hev kirin ku şêwra xwe bidomînin.
Civîna li Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê bi axaftina vekirinê ya Wezîrê Karên Derva Sergey Lavrov dest pê kir.
Di civînê da serokatiya heyeta Tirkiyeyê Alîkarê Wezîrê Karên Derva Burak Akçapar kir. Li ser navê Rûsyayê Mihîil Bogdanovê Nûnerê Taybet yê Dewletên Afrîka û Rojhilata Navîn yê Serokdewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn, li ser navê Îranê Şêwirmendê Karên Siyasî yê Wezîrê Karên Derva Elî Asgar Hecî û li ser navê rejima Esed Alîkarê Wezîrê Karên Derva Eymen Susan amade bûn.
Civîn ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.