Nihat Kavşut
25 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
YANGON
Li Myanmarê di êrîşên dijî polês û qereqolên ser sînor da 8 polês, memûrekî buroya penaberan û 16 êrîşkar hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya polêsan dijî 26 qereqolan di heman demê da êrîş hat kirin.
Li gor daxuyaniya ji ofîsa Aung San Suu Çiiyê Wezîrê Dewletê yê Wezareta Dewletê û Wezîrê Karên Derva yê Myanmarê hat dayîn di êrîşan da 8 polês û memûrekî buroya penaberan hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin di êrîşan da 16 êrîşkar jî hatine kuştin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin êrîş di dema eşkerekirina rapora Arakanê da hatine kirin ku rapor di pêşengiya Kofî Annanê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê berê da hatiye amadekirin.
Sala par meha cotmehê li eyaleta Arakanê dijî polêsan êrîş hatibûn kirin û 9 polês hatibûn kuştin. Piştî êrîşan artêşa Myanmarê derketibû operasyonan û zext dabû ser misilmanan. Ji ber operasyonan ji 90 hezarî zêdetir misilmanên ji Arakanê ji cî û warê xwe bûbûn. Nûnerên Rohingyayê destnîşan dikin ku di operasyonan da heta niha qederê 400 kes hatine kuştin.
NYê ji bo lêkolînkirina bûyerên li herêmê komisyon ava kiribû û hikûmeta Myanmarê nehiştibû endamên komisyonê bigihên herêmê. Di pêşengiya Annan da bi alîkariya Suu Çii Komisyona Hevkariyê ya Arakanê raporek amade kiribû û dabû hikûmetê.