Türkan Tosun
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 23 Mijdar 2018
TÛNIS
Sendîkaya Karkeran a Giştî ya Tûnisê (UGTT) ya ku sendîkaya herî mezin a Tûnisê ye ji bo ku li ser mehaneya xebatkaran zem bê kirin, grev da destpêkirin.
Li Welêt qasî 700 hezar kes beşdarî grevê bûn.
Her çiqas grev ji kesên ku li kamuyê naxebitin eleqedar neke jî, kesên di qadên wek gihandin, poste, neft û yên din da dixebitin jî ji bo piştgiriyê bidin grevê dibe ku xwepêşanan bikin.
Rayedarên sendîkayê bi hikûmetê ra axivîbûn û ji ber ku ji vê hevdîtinê çareseriyek derneketibû, zem li ser mehaneya xebatkarên dewletê nehatibû kirin ev biryar hat hildan.
Li bendê ne ku kom li ber avahiyê parlamentoyê li hev bicivin.
Ji çileya paşîn a 2011an vir va cara sêyem e ku grev tê kirin.