Haydar Şahin
06 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2018
ABUJA
Mark Lowcockê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsyarê Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ligel êrîşên Boko Herama rêxistina terorê di 2 salên dawîn da li Nîjeryayê li dijî xelayê têkoşîneke mezin hat dayîn.
Mark Lowcock di lansmana Rapora Pêşketina Mirovahiyê ya 2018an a Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) axivî. Bername li ser pêşketina şert û mercên mirovahiyê ya li bakurê rojhilatê Nîjeryayê hat lidarxistin. Lowcock bal kişand ku li welêt di 3 salên dawîn da Boko Heram her çiqasî ji holê nehatibe rakirin jî têkoşîna dijî rêxistinê serkeftî ye.
Lowcock diyar kir ku li herêmên pevçûn hene ên dinyayê xelayî heye û wiha axivî: "Ligel êrîşên Boko Herama rêxistina terorê di 2 salên dawîn da li Nîjeryayê li dijî xelayê têkoşîneke mezin hat dayîn."
Lowcock destnîşan kir ku li herêmê geşedanên girîng diqewimin û li bakurê rojhilatê welêt 1,8 milyon kesên ji cî û warên xwe hatibûn kirin vegeriyan malên xwe ev jî ji bo têkoşînê mînakek e.
Lowcock got ku welatiyên li bakurê rojhilatê welêt pêşerojeke baş heq dikin, piraniya mirovên li herêmê bi alîkariya mirovahiyê jiyana xwe didomînin.
Achim Steinerê Serokê UNDPyê jî got di têkoşîna dijî tundiyê ya li bakurê rojhilatê welêt da serkeftina herî mezin ew e ku bikaranîna sîlahan hat kêmkirin.