MELBOURNE
Li Papua Gîneya Nû erdhejeke lerza wê 7,7 bû çêbû.
Piştî erdhejê hişyarî hat dayîn û hat gotin dibe ku tsunamî çêbibe, divê gel ji bo vê baldar be.
Li gor daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê, 54 kîlomêtro dûrî bajarê Kokopo Pangunaya li Girava New Brîtaînê erdhejeke lerza wê 7,7 bû çêbû. Piştî erdhejê hişyarî hat dayîn û hat gotin dibe ku tsunamî çêbibe û divê gel der barê vê de baldar be.
Erdhej 64 kîlomêtro di bin erdê de çêbû. Navenda Afatê ya Neteweyî ya Papua Gîneya Nû daxuyand ku heta niha mirî û birîndar tune ne.