Türkan Tosun,Nihat Kavşut
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
ŞANLIURFA
Li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê hin welatiyên ji Sûriyeyê hatine û him jî rêvebirên herêmî dibêjin operasyona Reqayê ya ku Amerîka bi PYDyê re dike wê aramiyê nede herêmê.
Penaberên sûriyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî xwe spartine Akçakaleyê bertek nîşanî operasyona Reqayê dan û gotin piştî operasyonê PYD wê li herêmê bi cih bibe û di navbera mezheban de pevçûn wê çêbibin.
Li gor sûriyeyiyan heke operasyon ji hêla hêzên koalîsyona navneteweyî ya ku Tirkiye jî beşdar be va bihata kirin, pevçûnên li herêmê wê dawî bûbûna.
Şaredarê Akçakaleyê Abdulhakim Ayhan ê ku eslê xwe ereb e ji nûçegihanê AAyê re got plana Amerîkayê ew e ku piştî operasyonê herêmê ji PYDyê re bihele û wiha axivî: "Bila tu kes nefikire ku li ser sînorê Tirkiyeyê ji bo avakirina dewleteke terorê destûrê bê dayîn. Ne Ewropa û ne jî DYA bila vê nefikire. Çawa ku bi Hereketa Mertalê Feratê va ji Cerablusê bigre heta Babê ew herêm ji rêxistinên terorê hatin paqijkirin û armanca wan negihîşte serî, ev der jî wê wisa be. DYA ji 10 hezar kîlomêtroyan tê piştî 100 salan hewl dide sînoran ava bike. Lê Reqa 90 kîlomêtro ji dûrî me ye. Heta duh Reqa axa me bû."
- Sûriyeyî ji êdî rêxistinên terorê aciz bûn
Ayhan got sûriyeyî ji êdî rêxistinên terorê aciz bûne û wiha dewam kir: "Xelkê Sûriyeyê dixwaze Tirkiye bikeve dewrê û wan biparêze. Heger Reqa bê hildan wê şerê mezhebî derkeve û demografî biguhere. Lewra DYA herêmê rehet bernade. Sînorên dewletên ereban hatine xêzkirin. Niha jî dixwazin sînorên Sûriyeyê xêz bikin û bikin 3-4 perçe. Naxwazin li herêmê dewleteke xurt hebe."
Ayhan Akçakale diyar kir nifûsê navçeyê li derdora 105 hezarî ye û li navçeyê 115 hezar penaber hene.
Yûsif Ehmedê ji Reqayê destnîşan kir 4 sal berê hatiye Akçakalayê û wiha got: "DYA Reqayê ji DEAŞê rizgar nake, Reqayê diyariyî PYDyê dike. Dixwazin şerê mezhebî derxin. Li gorî me PYD ji rêxistinên terorê yên din talûketir e."
Turkî Cetgan jî destnîşan kir PYD û DEAŞa rêxistina terorê bi destê DYAyê hatine avakirin.
Cetgan diyar kir herêm ji DEAŞê nayê rizgarkirin û wiha got: "Pêşiyê DEAŞ hat û niha jî PYD heye. Ev lîstika DYAyê ye. Em dixwazin Tirkiye were û hizûrê bîne."