19 Adar 2016•Rojanekirin: 20 Adar 2016
MOSKOVA
Hat ragihandin ku balafira rêwiyan a Rêhewayên FlyDubaiyê li texma Rostov-onDona li başûrê Rûsyayê ket û di qezayê da 61 kes mirin.
Di daxuyaniya Wezareta Rewşa Acil a Rûsyayê da hat destnîşankirin ku balafira bi tîpa Boeing 737-800 ku ji Dubaiyê rabû bi saeta herêmî dema ku di saet 03.50an da wê li Balafirgeha Rostov-on-Dona 950 kîlomêtro li başûrê Moskovayê daniya, ket.
Hat diyarkirin piştî ku balafir ket agir bi balafirê ket û ji 55 rêwî û 6 muretabatên balafirê kes xilas nebû.
Tê gotin dibe ku ji ber ba û bagerê balafir ketibe.
Hat diyarkirin ku piştî qezayê hemû sefer hatin betalkirin û balafirên ku bihatana jî şandin balafirgehên din.
Hat diyarkirin ku gelek tîmên agirkujiyê çûn balafirgehê.