İbrahim Atmaca
26 Adar 2018•Rojanekirin: 26 Adar 2018
MOSKOVA
Li bajarê Kemerovoyê ku dikeve naverasta başûrê Rûsyayê agir bi navendeke danûstandinê ket û tê da 53 kes mirin.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê diyar kir ku di agirê ku bi navenda danûstandinê ket da 53 kes mirin, 48 kes birîndar bûn. Di nav kesên mirî da zarok jî hene.
Hat diyarkirin ku 16 kesên ku di navenda danûstandinê da bûn, winda ne.
Komîteyê daxuyand ku kirêciyê dikana ku agir pê ket, midûrê şirketê yê navenda danûstandinê jî di nav da 4 kes hatin binçavkirin.
Duh di qata jorîn a danûstandinê da ji ber sedemeke ku hê ne diyar e agir bi qismê ku salonên sînemayê û qadên lîstika zarokan lê ne, ketibû.