Önder Beyter
01 Îlon 2020•Rojanekirin: 02 Îlon 2020
Li Rûsyayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 48an, ya kesên mirin jî derket 17 hezar û 299an.
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Rêgiriyê ya Enfeksiyona Vîrusa Koronayê ya Rûsyayê, li welêt di 24 saetên dawîn da di 4 hezar û 729 kesên din da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara pêketiyan derket milyonek û 48an .
Li welêt hejmara miriyan di rojekê da 123 zêde bû û derket 17 hezar û 299an , ya kesên baş bûn jî 6 hezar û 318 zêde bû û derket 815 hezar û 705an.
Li paytext Moskovayê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn da 641 zêde bû û derket 263 hezar û 59an, ya miriyan jî 11 zêde bû û derket 4 hezar û 832yan.
Di daxuyaniya Serwêsa Parastina Tenduristiya Însanan û Mafên Xerîdaran a Rûsyayê da hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da 204 hezar testên nû hatin kirin û hejmara testên ku heta niha hatin kirin jî ji 36 milyon û 900 hezarî derbas bû.