Emre Gürkan Abay
29 Tebax 2023•Rojanekirin: 30 Tebax 2023
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn wê beşdarî merasima cinazeyê Yevgeniy Prîgojîn ê avakarê Wagnerê, nebe.
Peskov bo Prîgojînê ku hat gotin ji ber daketina jeta taybet can da li paytext Moskovayê daxuyanî da rojnamegeran.
Peskov ragihand ku ew derheqê merasima cinaze da xwedî agahî nînin û wiha domand: "Ev biryar ji alî malbat û hevalên wî va tê dayîn û heta ew nebin mirov nikara tiştek bibêje. Wisa xuya dike wê Serok (Putîn) beşdarî merasimê nebe.
Ajansa Veguhestina Asîmanî ya Fedaral ya Rûsyayê (Rosaviatsiya) ragihandibû ku di 23yê Tebaxê da avakarê Wagnerê Yevgeniy Prîgojîn jî di nav da 10 kes ji ber ketina balafirê mirin.
Pûtîn sersaxî dabû malbata kesên di qezayê da can dabûn.