Lijneya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) li Suriyê ji ber ku berpirsiyariyên xwe nayne cih tê sûcdar kirin. LENYê di civîna xwe ya îro de li ser bandorên pevçûnên li Suriyê sekinî.
Komîserê Bilind yê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (BMMYK) Antonio Guterres di civînê de got ku li Suriyê ji ber şerê navxweyî her roj nêzîkî 6 hezar kes diçin dewletên cîran.
Guterres diyar kir ku hejmara penaberan gihîştiye 1.8 milyonî û ev jî heta niha piştî trajediya Rûandayê qeyraneke mirovatiyê ya herî dijwar e. Guterres BMGKyê hişyar kir da ku ji bo vê tiştekî bike.
Alikarê Berpirsyarê Mafên Mirovan ê Sekreterê Giştî yê YNyê Îvan Sîmonovîç jî di axaftina xwe de diyar kir ku li gor agahiyên tên dayîn li Suriyê 92 hezar 901 mirov mirine. Ji van 1700 kes zarokên ku temenê wan 10an biçûktir in. Sîmonovîç dîyar kir pevçûn her roj zedetir dibin û got her meh 5 hezar kes di pevçûnan de tên kuştin.
Alikarê Nûnerê Daîmî yê NY yê Tirkiyê Levet Eler jî di civînê de axivî û ragihand ku Tirkiye wê her tim deriyên xwe ji penaberên Surî re veke û wiha pê de çû: "Niha di 20 kampan de ji 200 hezarî zedetir Surî mêvanên me ne. Bi kesên ku çûne navçe û bajaran ev hejmar 500 hezarî zedetir e. Tirkiye deriyên xwe ji wan re vedike û heman demê de ji hêla perwerde, tenduristî û civakî de jî alikariya wan dike. Tirkiye ji bo van alikariyan 1.5 milyarî zêdetir pere xerc kir."