Fatih Gazioğlu
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
TORONTO
Li Torontoya bajarê Kanadayê wesayîtekê li merivên ku li ser rê dihatin û diçûn xistû 10 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji polêsên Torontoyê hat dayîn, wesayitek li ser xaçerêya ku di navbera Kolana Yonge û Bulwara Fînchê de ket nav merivan û 10 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Polêsan Meaghan Grey got ku şofêr hat girtin û li ser bûyer lêpirsîn didome gelo êrîşa terorê ya yan na.
Hat ragihandin ku piştî bûyera ku di saet 13.30an de qewimî li herêmê hin rê hatin girtin û seferên metroyê jî hatin sekinandin.