17 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
WASHINGTON
Li Charlottesvîlleya bajarê DYAyê bi hezaran kes li hev civiyan, di destê wan de mûm bûyerên tundiyê protesto kirin.
Dawiya hefteyê endamên koma nijadperest a Ku Klux Klanê di destê wan de meşale hebûn li kolanên Charlottesvîlleyê meşiyabûn.
Kesên li dijî tundiyê ne di destê wan de mûm li kolanên bajêr meşiyan, dirûşme berz kirin û koma Ku Klux Klanê protesto kirin.
Xwepêşander Mîke Ludgwîck (47) ji nûçegihanê AAyê re got endamên Ku Klux Klanê li kuçeyan bi meşaleyan ve meşiyan, ew jî bi mûman ve dimeşin ku şopa wan li kolanan paqij bikin û kuçeyan cardin paşve hildin.
Sarah Whîtson (26) ji daxuyand di dîrokê de bûyerên bi vî rengî li vî bajarî qewimîne û wiha axivî: "Em difikirîn tiştên ku me di pirtûkên dîrokan de dixwendin wê cardin neqewimin, lê dema me bûyerên di dawiya hefteyê de qewimîn dîtin, me fêm kir ku di civakê de potansiyeleke wiha heye û divê em xwedî li kolanan derkevin."
Li Charlottesvîlleyê dema xwepêşan çêbûbûn komên nijadperest û yên li dijî wan hatibûn hemberî hev.
Di xwepêşanan de ji ber ku ji koma nijadperestan kesekî wesayîta xwe ajotibû ser koma dijî nijadperestan, kesek mirîbû.