WASHINGTON
Hîndekarê Beşa Pêwendiyên Navneteweyî yê Zanîngeha Leîghê Henrî Barkey daxuyand ku li Kobanêyê dibe ku Helebçeya duyemîn çêbibe.
Li Washîngtona Amerîkayê li Bîpartîsan Polîcy Centerê paneleke bi navê "Tirkiye, kurd û DÎŞI" hat li darxistin. Barkey di panelê de axivî û daxuyand ku bajarê Kobanêyê ji hêla stratejîk ve gelek girîng e.
Barkey got ku serokên tirk naxwazin ku li bakurê Sûriyeyê herêmeke kurd a xweser ava bibe û ji bo vê jî Enqere dixebite. Barkey daxuyand ku berxwedana Kobanê ji bo kurdan gelek girîng e û wiha dewam kir:
"Heke dorpeçkirina Kobanêyê dirêj bibe û berxwedan jî dewam bike, dê Kobanêyeke gelek xurt pêk bê. PYD ji bo hemû dinyayê û bi taybetî jî ji bo herêmê dibe sembolek."
Hîndekar Barkey bal kişande komkujiya Helebçeyê û wiha got: "Komkujiya Helebçeyê ji trajediyên herî mezin ên dinyayê jê yek e. Gel li Kobanêyê berxwedaneke xurt dide û dibe ku Kobanê bibe Helebçeya duyemîn."
Barkey der barê koalîsyana ku li hember DÎŞIyê hat avakirin û tevgera Tirkyeyê de jî wiha got: "Tirkiye derveyî ve koalîsyonê dimîne û ev jî tevgereke ne rast e. DYA dixwaze Baregeha Încîrlîkê bi kar bîne û ji bo vê jî têkîliya wê û Tirkiyeyê dewam dike. Lê ev ê ji bo sekinandina şerê Kobanêyê niha tu bandorekî neke."
- "Destura bikaranîna Baregeha Încîrlîkê dê bibe suprîz"
Balyozê Enqereyê yê berê yê DYAyê Erîc Edelman jî behsa têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê kir û got ku di navbera her du dewletan de hin îxtilaf hene. Edelman ji bo bikaranîna Baregeha Încîrlîkê jî wiha got: Tirkiye, heke destûr bide ku Baregeha Încîrlîkê bê bikaranîn ew ê bibe surprîz.”
Edelman daxuyand ku mijara xilaskirina rehîneyên Tirkiyeyê yên di destê DÎŞIyê de jî hîn nediyar e û baş nayê zanîn ku ew çawa hatin xilaskirin.