Abdullah Tel
19 Mijdar 2020•Rojanekirin: 20 Mijdar 2020
Li Amerîkaya Navîn ji ber bagera Iotayê ya ku bi tesîre heta niha 23 kes mirin.
Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da weşiyan bayê rabûbû ber bi dawiya heftê va cihê xwe ji bagera Iotayê ra hişt û li Panama, El Salvador, Honduras, Guatemala, Kosta Rîka û Nîkaraguaya welatên Amerîkaya Navîn in zêde tesîr kir.
Tesîra bagerê wek xetereya 5emîn hat îlankirin û li gelek herêman rewşa acîl hat îlankirin. Heta niha li Nîkaraguayê 16, Hondurasê 5 û El Salvadorê jî yek bi tevahî 23 kes di bagera Iotayê da mirin.
Li herêmên bagerê tesîra xwe zêde nîşan da lê rê û pire xera bûn niha karên xilaskirin û alîkariyê bi helîkoptêran va tên kirin.
Ji ber barana zêde lehî rabû, bi hezaran mal û kargeh di bin avê da man, zirareke mezin gihîşt rê, pire û zeviyan.
Li herêmên rastî bagerê hatin kar û xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin û artêş jî piştevaniyê dike.