19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
ŞAM
Xûtaya Rojhilat çar sal in ji aliyê hêzên Beşar Esed û piştgirên wî yên komên terorîst ên biyanî va hatiye dorpêçkirin. Şerê navxweyî yê Sûriyeyê 6 sal in dewam dike û herêma rejim di nav van 6 salan da herî zêde bombebaran dike, yek jî herêma Xûtaya Rojhilat e.
Li Xûtaya Rojhilat nêzî 500 hezar kesî dijîn û pêdiviyên wan ên rojane bi saya serê tunêlên ku li taxa Kabûna nêzî navenda Şamê kolandine pêk tên, lê têrê nake. Hin bazirganên ku li gor Xûtaya Rojhilat li cihên sakin dimînin û bi rejimê ra li hev dikin, ji Şamê mal dikirin û tînin difroşin Xûtaya Rojhilat.
Lêbelê hêzên rejimê serê meha borî piştî sê salan di navbera navenda Şamê û Kabûnê şer derxist û êrîş zêde bûn. Mixalifan jî bersiv da hêzên rejimê û dibêjin ku piştî wê hingê êdî xida û sotemenî ji rêyên dijwar ra digihêje Xûtaya Rojhilat.
Şêniyên herêmê ji nûçegihanê AAyê ra axivîn û gotin ku 45 roj in xida neketiye Xûtaya Rojhilat û hindik maye ku stoqên sotemeniya wan jî xelas bibin.
- Nan 3, mazot 8, zerzewad 10 qat biha bû
Bihayê pakêtek nanê lewaşe ji 350 lireyê Sûriyeyê (2,5 TL) derkete hezar lireyê Sûriyeyê (7 TL).
Xalib Mihemedê ku li Dumaya navçeya Xûtaya Rojhilat sebze û fêkiyan difroşe wiha axivî: "Bihayê sebzeyan ji ber ku pir zêde ye mirov marul û tiştên wek wê erzan dikirin. Tiştên wisa li vir têne çandin. Bihayê kartol û firîngiyan ji 200 lireyê Sûriyeyê (1,5 TL) derkete 2 hezar lireyê Sûriyeyê (13 TL).
Evdilhemîd Mistefayê ku mazotê difroşe jî got ku ev meh û nîvek e bihayê mazotê her diçe zêde dibe û wiha dewam kir: "Lîtreya mazotê 350 lireyê Sûriyeyê (2,5 TL) derkete 3 hezar lireyê Sûriyeyê (20 TL). Li kuçeyan êdî hema bibêje tu wesayît neman. Mirov bi erebeyên hespan an jî yên destan bi kar tînin."
Saîr Mîşalê ku dikana wî heye jî anî ziman ku bihayê mazotê tesîrê li ser tiştên din jî dike.
Semîr eş-Şamî jî got ku heta meh û nîvekê jî wan dikaribû xwarin bi dest bixista û wiha axivî: "Mehaneya min 15 hezar lireyê Sûriyeyê (100 TL) ye. Bi du zarokên xwe û jina xwe va ev pere ancax 4 rojan têra min dike. Heke em bi tenê sebze bixwin ancax 5 rojan têra me dike."