19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
HOUSTON
George H.W. Bushê (92) Serokê 41emîn yê DYAyê cardin rakirin nexweşxaneyê.
Jim McGrathê berdevkê Bush daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir Bush ji ber zaturreyê rakirine nexweşxaneyê.
McGrath diyar kir rewşa Bush baş e û got wê demekê li nexweşxaneyê bê dermankirin.
George H.W. Bushê bavê George W. Bushê Serokê 43yemîn yê DYAyê û Jeb Bushê Waliyê Florîdayê yê berê di navbera salên 1989-1993yan da serokatî kiribû.