Türkan Tosun
07 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
ANKARA/XÛTAYA ROJHILAT
Li Xûtaya Rojhilat a Sûriyeyê di êrîşeke rejima Esed de xebatkarekî Parastina Sivîlan derguşekê ji bin enkazê derdixe û hewl dide ku wî birevîne nexweşxaneyê. Dîmênên di vê keliyê de hatine kişandin tirs û hêviya di çavê bavê zarokê de nîşan dide car din balê kişand li ser Xûtaya Rojhilat.
Duh di êrîşên rejima Beşşar Esed da 74 sivîl hatibûn kuştin.
Rejima Esed ji saet 11.00an pê va êrîşan dike û Seîd el-Masriyê xebatkarê Parastina Sivîlan beşdarî xebatên lêgerîn û lêkolînan bû..
Di bombebaranê de avahiyekî ku derguşeke 3 mehî yê bi navê Îbrahîm tê de bû jî hat bombebarankirin.
Masrî dema ji bin enkaza avahiyê derguşê derdixe û ji kuçeyê direve dîmenên wî hatine kişandin.
Bavê zarokê bi tirs û hêvî dixwaze ku zaroka wî bigîhîje nexweşxaneyê.
Parastina Sivîlan ev wêne li ser medyaya civakî parve kir û got ji bo bavekî tişta herî zor zaroka wî di şer de birîndar bibe ye.
Xûtaya Rojhilat 10 kîlomêtro nêzîkî navenda Şamê ye.
Li Xûtaya Rojhilat ku di kontrola muxalifan da ye, nîvî jê zarok qedera 400 hezarî sivîl dijîn. Xûtaya Rojhilat di peymanên Astanayê da wekî herêma kêmkirina şer hatibû ragihandin. Lêbelê rejima ku Rûsya garantorê wê ye, ji nîsana çûyî vir va dorpêça xwe ya li herêmê bêtir şidand û di vê axiriyê da jî êrîşên xwe zêde kir.
Li herêma ku her diçe qeyrana mirovî lê kûrtir dibe bi sedan jê acil, bi hezaran nexweşên sivîl li benda texliyeyê ne.