Fatih Gazioğlu
07 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
MOSKOVA
Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov got ku wan di navbera serokên Rûs, Tirk û Îranê de hê tu bername diyar nekirine lê eger hewce bike îhtimal jî heye ku bernameyê li dar bixin.
Peskov li Moskovayê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Serok Putîn di mijara Sûriyeyê de her dem bi Erdoganê Serokomarê Tirkiyeyê û Ruhaniyê Serokomarê Îranê re diaxive.
Peskov got ku wan hê tu bername diyar nekiriye lê eger serok bixwazin ew ê organîze bikin.