İbrahim Atmaca
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
HARARE
Li Zîmbabweyê piştî midaxaleya leşkerî ya duh rayedarên artêşê diyar kirin ku Serokê Dewletê Robert Mugabe û jina wî hatine binçavkirin.
Rayedarên artêşê di televîzyona dewletê da daxuyanî dan û gotin ku Mugabeyê 93 salî û jina wî hatine binçavkirin û ragihandin, ji bo "sûcdarên" der û dora Mugabe jî werin girtin xebat tê kirin.
Li gor nûçeyên medyaya herêmî, Wezîrê Hîndekariya Bilind Jonathan Moyo Wezîrê Rêvebiriya Herêmî Saviour Kasukuwere û Wezîrê Darayî Ignatius Chombo hatine binçavkirin.
Ji aliyekî din va Alîkarê Serokê Dewletê yê berê Emmerson Mnangagwa ku ji wezîfeyê hatibû hildan, li ser hesabê xwe yê medyayê daxuyanî da û got ku ew vegeriyaye welêt û wê di paşerojê da pir bixebite.
Artêşa Zîmbabweyê duh bi şev ketibû paytextê welat û televîzyona dewletê bi dest xistibû. Artêşê nêzî destê sibehê di ZBCya têlevîzyona dewletê da danezan da xwendin û îdia kiribû ku midaxaleya leşkerî "derbe nîne".