Behlül Çetinkaya
27 Mijdar 2024•Rojanekirin: 28 Mijdar 2024
Li Îngiltereyê hêzên ewlekariyê di çarçoveya lêpirsîna dijî rêxistina terorê PKKyê da 2 jê jin 6 kes binçav kirin.
Polêsê London Metropolîtanê eşkere kir, Midûriyeta Têkoşîna Dijî Terorê vê sibehê avêt ser navnîşanên cuda yên li Londonê.
Di çarçoveya lêpirsînê da li Londonê li 8 navnîşanan lêgerîn hat kirin. Navenda Civaka Kurd jî di nav navnîşanên lêgerînê da ye ku li bakurê Londonê li herêma Haringeyê dimîne. Hat ragihandin lêgerîna li navenda civakê, mumkin e 2 hefteyan dewam bike.
Polêsê Londonê her wiha ew agahî jî parve kir ku dewrûbera navnîşanên lêgerîn lê tê kirin, ji trafîqa peyarê û wesayîtan ra hat girtin û her wiha hejmara polês û dewriyeyan dê bê zêdekirin.
Di daxuyaniyê da cih da nirxandinên Wekîla Midûrê Têkoşîna Dijî Terorê Helen Flanaganê ku diyar kir, piştî lêpirsîneke dijî fealiyetên bawerî heye têkildarî PKKyê ne, operasyon hat kirin.
Flanaganê diyar kir, bi operasyona navborî va armanc ew e ku civaka Tirk û Kurd a li welêt di serî da herkes bê parastin û wiha got:
"Ez bangî wan hemû kesan dikim ku bi me ra têkevin peywendiyê ku wisa bawer dikin, ji hêla kesên têkildarî PKKyê tên tesîrkirin yan jî hedef tên girtin. Em pê beled in, girtina navenda civakê dê bibe sedema nerazîbûnê. Polês dê pir bilez bixebitin, lê îdia pir mezin in û lewma divê heta ji dest were pir zêde delîl bên komkirin."