Haydar Şahin
09 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2020
Li Mazenderana eyaleta Îranê otobêsek welgeriya, di qezayê da 20 kes mirin û 23 kes birîndar bûn.
Li got televizyona dewletê ya Îranê otobêsa sefera Tehran-Kunbedê dikir li Duaba herêma Mazenderanê welgeriya.
Li gor tesbîtên ewil di qezayê da 20 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Piştî midaxeleya ewil birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê.
Li Îranê di salê da kêmzêde 20 hezar kes ji ber qezaya trafîkê dimrin, sedemên sereke yên qezayê jî leza zêde, westan û bêxewiya ajokaran, derbasbûna şaş in.