Abdullah Tel
13 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2017
XEZE
Hemasê ragihand ku lihevkirina Filistînê karekî navxweyî ye û şertê Îsraîl ji bo qebûlkirinê datîne jî bi eşkereyî mudaxele ye.
Berdevkê Hemasê Ebdillatîf Qanû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ya ku li ser lihevkirina Hemas û Fetîhê bi bîr xist û got: "Şertê ku Îsraîl ji bo lihevkirina Filistînê datîne bi eşkereyî mudaxeleya karên navxweyî ye."
Qanû destnîşan kir ku bi saya yekîtiya neteweyî û îradeyê hê xurttir li hemberî dagirkeriyê têkoşiyan, qeweta dagirkeran kêm kirin û zora wan birin.
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) Saîb Ureyqat jî di daxuyaniya nivîskî weşand da lihevkirina Hemas û Fetîhê wek gaveke "dîrokî" nirxand û got ku bi saya lihevkirinê aliyên herî tarî yên dîroka pirsgirêka Filistînê eşkere bûn.
Hemas û Fetîhê peymana lihevkirinê qebûl kir. Îsraîlê jî li ser vê lihevkirinê daxuyanî dabû û ragihandibû ku ji bo qebûlkirina wan divê hin şert û mercên ew dixwazin bi cih bên.