Muhammet Kurşun
13 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Hêza Pêşmerge li Kerkûkê dorûberê wê li hemberî êrişa hêzên Iraqê yên wek Heşda Şebiyê, polîs û artêşê tevdîrên berfireh girtin û bi hezaran pêşmerge bo deverê hatin şandin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, Arîkarê Wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn Serkonsolosê Emrîkayê li Hewlêrê Ken Gross ziyaret kir û der barê amadehiyên êrişê yên hêzên Iraqê de agahî da.
Lezgîn di seredanê de diyar kir ku tevgera hêzên Iraqê li xeta Pêşmerge ya Şengalê û deverên din zêde bûye û niyeta wan ew e ku êriş bikin. Gross jî diyar kir ku divê herdu alî jî hêmin bin û xwe ji şer û pevçûnê dûr bigirin
Herwiha Serşêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Hêmin Hewramî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku, "Li gor agahiyên di destê me de Heşda Şebî li gundê Beşîr û navçeya Tazexurmatûyê hêzê kom dike û dixzwaze êrişî Pêşmerge bike."
Fermandeyê Pêşmerge li Cebheya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî jî destnîşan kir ku Heşda Şebiyê ji herêma başûrê Kerkûkê ve pêşde diçe û li herêmê aloziyeke eskerî heye.
Kerkûkî anî ziman ku Pêşmerge di sengerên xwe de tevdîrên berfireh digire û eger êrişek bibe bêbersiv namîne.
Kerkûkî herwiha got xelkê sivîl jî bi awayekî xwebexş çek hilgirtiye û li ser Îhtimala şerekî dê herin cebheyan.
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl jî diyar kir ku Iraq ji bo êrişê hêzê kom dike lê problem bi tehdîd û gefê çareser nabin.
Necmeddîn Kerîm jî li ser îddiayên şer çû cebheyê û li wir wiha axivî:
"Em tu carî şer naxwazin, em divên bi diyalog bibe her tişt. Lê eger êriş bikin ser me hemû gencên me ji bo şer amade ne. Dê xelkê me axa xwe biparêze."
Kerîm bal kişand ser wê yekê ku Bexda her demê binêt bûye ku piştî şerê DEAŞê berê xwe bide deverên Pêşmerge û wan bidest bixe.