Endamê Polîtburoya PDK-Syê Mistefa Cûma di daxuyaniya xwe ya ku da Anadolu Agencyê de wiha got: "Hêzên PYDyê endamê 5emîn ê polîtburoya partiya me nîvê şevê ji nava ciyan desteserkirin û derxistin derveyî sînor. Endamê polîtburoya partiya me Beşar Emîn jî girt û anî ber sînor û derbasî Herêma Kurdistana Iraqê kir."
Cûma got ku PYDê piştgiriya rejîma Beşar Esad hildaye û dixwaze ku wan bikşîne nava şidetê, lê ew li hemberî vê lîstikê hişyar in û wiha domand:
"PYD dixwaze ku di nava partiyên kurd ên li herêmê de pevçûn û rageşî derkeve. Lê em partiyeke siyasî ne. Em ê xebatên xwe bi rêya siyasetê bikin. Em ê ne bi çekan, lê bi rêyên dîplomatîk ve bersivê bidin PYDê. Ji bo vê li parlementoyên welatên Ewropayê hewlên me dê çêbin. Em ê li Duhok û Hewlêrê meşên xwepêşandanê li dar bixin. Em ê hemû dinyayê ji neheqiya ku li me tê kirin agahdar bikin."
Mistefa Cûma destnîşan kir ku PYD wan bi dûvikbûna Mesûd Barzanî ve tawanbar dike û dibêje ku hûn xayînên Rojavayê ne û wiha got:
"Lê di rastiyê de PYD li gorî dîrektîf û nexşerêya Ocalan tevdigere. Polîtîkayên Beşar Esad û Îranê yên der heq Sûriyeyê de bi cih tîne. Li gorî me felsefeya Ocalan şaş e. Em sîstemeke ku dê ji kurdan re vîn û azadiyê tîne dixwazin. Lêbelê ew tenê bi ya xwe dikin."