Elif Orhan
20 Sibat 2016•Rojanekirin: 21 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di bernameya "Bajarê Gastronomiyê yê UNESCOyê: Gazîentab" a ku li Qesra Çiraganê hat lidarxistin de axivî. Serokomar Erdogan di axaftina xwe de got ku Xwedê rehma xwe li kesên ku di êrîşa terorê ya li Enqereyê de mirin, bike û şifaya xêrê bide birîndaran.
- "Tu kes nikare mafê xweparastinê ya Tirkiyeyê sînordar bike"
Serokomar Erdogan qal kir ku di rewşên wiha de nikarin her biryar, her sepanên ku dan destpêkirin bi raya giştî re parve bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Lê belê ji vê yekê bawer bikin, Tirkiye dijî her cure tehdît û êrîşên ser xwe qatbeqat bersiva van êrîşan dide û dê ji niha pê ve jî bide. Asta ku em hatinê êdî rewşa xweparastinê de ye. Tu kes nikare mafê xweparastinê ya Tirkiyeyê ya dijî çalakiyên terorê yên ser Tirkiyeyê sînordar bike, nikare bibe asteng jî ku vê mafê bi kar bîne."
Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye di mijara têkoşîne bi tehdîdên ku rû bi rû ye de, mafê Tirkiyeyê heye ku li Sûriyeyê û li her derê ku rêxistinên terorê lê cî bûne her cure operasyonê ku hewcedar bibîne bike û wiha axivî: "Tu eleqeya vê yekê bi tu awayî bi mafên desthîlatdariyê ya welatên ku nikarin bibin hakimê yekîtiya axa xwe re tune. Bereksê vê ev rewş rewşekî der barê vîna Tirkiyeyê ya der heqê xwedîlêderketina mafên desthilatdariyê re eleqedar e. Ji kî tê bila bê em hemû helwestên wekî astengkirina vê mafê welatê me wekî teşebûsekî ser hebûna Tirkiyeyê dibînin."
- "Ev tariyên ku wekî ronahî dixuyên in"
Erdogan diyar kir ku ew kesên ku li Sûriyeyê hember qetlkirina nêzî nîv milyonî mirovê, hember bikaranîna mafê xweparastinê yê Tirkiyeyê bertek nîşan didin û ev yek piştî van mirina "bi awayekî eşkere ne ber guhê wan e" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Dibe ku li pêşiya van nasnava profesor hebe, di navê van de dibe ku ronahî, monahî ev hebin. Ev di rastiyê de tariyên ku ronahî dixuyên in. Ew kesên dema ku ji 500 hezarî zêdetir mirov hatin kuştin deng dernexistin, dema ku li welatê min li ber gara Enqereyê ji 100î zêdetir mirov hatin şehîdkirin xwe nelivandin, dema ku li vir 28 welatiyên me hatin şehîdkirin bêdeng man jî radibin û daxuyaniyê îmze dikin ev yek ne tiştekî wisa ye ku mriovekî rewşenbîr, mirovekî wetenperwer qebûl bike."
- Prensîbên angajmanê
Erdogan diyar kir ku Tirkiye dê prensîbên angajmanê bîne astekî wisa ku dê ne tenê bi êrîşên fîîlî yên ser Tiriyeyê sînordar be, dê mafê xwe wisa berfireh bike ku di serî de PYD û DAEŞ dê her cure tehdîdên terorê di xwe de dihewîne û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Canê tu welatiyên Dewleta Komara Tirkiyeyê ji canên mirov an jî welatiyên ku li cihekî dinyayê dijîn bêqîmettir nîne. Di heman demê de canê tu mexdûr û mezlûmên ku li Sûriye, Iraq, Filîstîn, Ûkrayna û herêmên cur bi cur ên dinyayê tên qetlkirin jî ji canê mirovên ku li welatên rojava dijîn bêqîmettir nîne."
- "Heke hewce bike em biryardar in ku êrîşan ji çavkaniya wan berteref bikin"
Erdogan got "Ev welêt dijî êrîşên ser welatiyên xwe bi xwe bertekên gelek tund didin lê tenê sebr û metanetê telqînê Tirkiyeyê dikin û ev yek bêsamîmiyetî ye" û wiha axivî: "Ez biryardariya (Tirkiyeyê) ya ji bo êrîşa terorê ya dawî ya li Enqereyê jî di nav de, di çavkaniya wan de berterefkirina hemû êrîşên li ser ax, welatî, yekîtî û bihevrebûna xwe car din îfade dikim."
Serokomar Erdogan got ku "Hin kes bi israr dixwazin ku welatê me bi terorê re, bi çalakiyên terorê re, bi pirsgirêkên ewlehiyê re yek bigire û hewl didin ku nêrîneke wiha derxînin. Gelo li welatê me pirsgirêkên bi vî awayî tunin? Helbet hene lê di serî de metropolên li welatên rojava li her derê dinyayê pirsgirêkên manend hene. Dema ev mijar tên rojevê yên din jinedîtinê tên û tenê Tirkiyeyê derdixînin holê û ev yek jî bi tu awayî objektîf nîne, rast nîne. Ez bi awayekî eşkere dibêjim îro Tirkiye digel yên ku li dora wê şer dikin, digel ku rasterast di nav hedefa rêxistinên terorê de ye hê jî yek ji welatên herî ewledar ên dinyayê ye."