Haydar Şahin
29 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2018
MOSKOVA
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov got ji bo li Sûriyeyê xetereya terorîstan ji holê were rakirin mitabiq man ku yekîneyên eskerî yên Tirkiye û Rûsyayê li qadê bi kordinasyon bixebitin û wiha axivî: "Me li hev kir ku ji bona şert û mercên ku penaber vegerin welatê xwe çêbin em xebatên xwe zêde bikin."
Lavrov piştî civîna li Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi heyeta Tirkiyeyê ra kir bi Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ra daxuyanî da çapemeniyê.
Lavrov diyar kir ku hevdîtin kêrhatî derbas bû û wiha pê da çû: "Di çarçoveya xebatên pêvajoya Astanayê û lihevkirina serokên dewletên me da ji bo penaber vegerin cî û warên xwe me li ser têkoşîna dijî terorê xeberda."
Wezîr Lavrov destnîşan kir ku di civînê da meseleya vekişîna ji Sûriyeyê ya Amerîkayê nirxandin û wiha pê da çû: "Ji bo li Sûriyeyê talûkeya terorîstan ji holê rabe me li ser kordînasyona yekîneyên xwe li hev kir."