ABUJA/ADDÎS ABABA/DAQAR
Li herêmên curbecur ên Afrîkayê îsal herçiqas ku qeyranên siyasî, mirovahî û aborî dewam kiribin jî di sala 2018an da li parzemînê peymanên aştiyê derketin pêş.
Lihevkirina ku li Sûdana Başûr pêk hat, desthevgirtina lîderan a piştî hilbijartina binîqaş a li Kenyayê, peymanên aştiyê yên di navbera Etiyopya-Erître û Erître Somaliyê da îsal li parzemînê ji nexweşiyên şovê, şerên navxweyî û protestoyan zêdetir bal kişandin.
Nexweşiya ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê derket, pereyê dereqanûnî yê bi balafira aîdê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb va derbasî Somaliyê kirin û çalakiyên girseyî yên herî mezin ên li Sûdanê dest pê kirin di nav sernavên ku îsal li parzemînê herî zêde derketin pêş da cih girtin.
Li Komara Afrîkaya Navîn, Somalî û Nîjeryayê ji ber teror û gengeşiyên navxweyî îsal jî hizûr û aramî bi cih nebû û parzemînê di sala 2018an da ji bo Lûtkeya BRICSê (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr) mazûvanî kir.
- Li Qiloçê Afrîkayê bayê aştiyê
Li Amhara û Oromiya eyaletên Etiyopyayê piştî çalakiyên muxalif ên ku bi qasî 3 salan dewam kir di dîroka welêt da cara ewil serokwezîrekî bi eslê xwe Oromoyî ye hat hilbijartin. Serokwezîr Abiy Ehmed di meha nîsanê da piştî sondxwarinê dest bi wezîfeyê kir û gelek muxalif hatin berdan û rêxistinên muxalif ji nav lîsteya terorê hatin derxistin.
Bi navbeynkariya Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb va Erître û Etiyopyayê di meha tîrmehê da peymana aştiyê îmze kirin. Lîderên herdu welatan piştî şer û gengeşiya ku bi qasî 20 salî dewam kir ji bo tesîskirina têkiliyên nû hewl dan û çûn serdana hev.
Lihevkirina Erître û Etiyopyayê ji aliyekî va jî rê li peymana aştiyê ya di navbera Erître û Somaliyê vekir û herdu welêtan jî peymana aştiyê çêkirin.
- Lîderê Sûdana Başûr û Kenyayê bi destê hev girtin
Li Sûdana Başûr jî şerê navxweyî yê ku 5 sal berê dest pê kiribû û bûbû sedema koçkirina bi milyonan kesî jî bi lihevkirina hemû aliyan va qediya. Di meha îlonê da lîderê muxalif Rîek Machar û Serokê Dewletê Salva Kîîr Mayardît li Etiyopyayê hatin bal hev û peymana agirbestê îmze kirin.
Li Kenyayê hilbijartina serokê dewletê digel boykota muxalifan hat kirin û piştî hilbijartinê lîderan bi destê hev girt û rê li ber qeyraneke mezin a ku wê derketa girtin. Di meha adarê da Serokê Dewleta Kenyayê Uhuru Kenyatta û lîderê muxalif Raîla Odînga awayekî surprîz hatin bal hev û ragihandin ku wan pirsgirêka di navbera xwe da hel kirin.
- Lûtkeya BRICSê ya 10emîn li Afrîkaya Başûr hat kirin
Li Komara Afrîkaya Başûr jî îsal Lûtkeya BRICSê (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr) 10an hat kirin û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî bi taybetî ku "Serokê Heyamê yê Lûtkeya Teşkîlata Hevkarî ya Îslamî" bû hat vexwendin.
- Lîderê Afrîkaya Başûr îstifa kir
Serokê berê yê Dewleta Afrîkaya Başûr Jacob Zumayê ku ev demek dirêj bû ji ber îdiayên gendeliyê di rojevê da cih digirt di meha sibatê da îstifa kiribû û lîderê Kongreya neteweyî ya Afrîkayê (ANC) Cryîl Ramaphosa wek serokê nû yê dewletê hat hilbijartin.
- Li Somaliyê balafira tijî pere
Di meha nîsanê da li Somaliyê balafireke aîdê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ku tê da 9,6 milyon dolar pereyê dereqanûnî hebû û dixwestin bikin welêt hat qefaltin.
Têkiliya di navbera Somalî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb da ji ber avakirina Bendergeha Berberayê ya li Somalîland a herêma xweser ya Somaliyê bi pirsgirêk bûn û ji ber qeyrana balafirê jî hatin asta qutkirinê.
- Li Nîjerya û Kamerûnê qeyranê dewam kir
Li parzemîna Afrîkayê Nîjeryaya ku nifûsê wê herî zêde ye jî di sala 2018an da bi êrîşên rêxistina Boko Heramê, şer û pevçûnên di navbera cotkar û şivanan û nexweşiyên şovbê ra têkoşiya. Li welêt ji ber lehiyên ku rabûn bi sedan kes xeniqîn û bi hezaran mirov jî ji bêçareyî koç kirin.
Bêîstiqrariya ku ji sala 2013an li Komara Afrîkaya Navîn dest pê kiriye ji ber gengeşiyên dînî û nijadî dewam kir.
Li herêmên Anglofon a ser Kamerûnê jî qeyranê dewam kir. Nîjeryayê Sîsîku Ayuk Tabeyê ji pêşengên cihêkaran ku li welêt qefaltibû di meha rêbendanê da teslîmî Kamerûnê kir. Di şer û pevçûnên ji ber vê teslîmkirinê qewimîn da nêzî 100 wezîfedarên ewlehiyê û ji 600î zêdetir jî sivîl mirin, bi hezaran kesî jî mal û milkên xwe terikandin. Di bin siya qeyranê da li Kamerûnê di 7ê cotmehê da hilbijartina serokomariyê hat kirin û Paûl Biyayê ku ev 35 sal e li ser serê welêt e dîsa qezenc kir.
- Li Zimbabveyê rezerva neft û xaza siruştî hat kifşkirin
Di meha mijdarê da li herêma Muzarabanî ya bakurê Zîmbabveyê Vejen Invictus a şirketa Awistralyayê ku li neftê digere li parzemîna Afrîkayê rezerva herî mezin a neft û xaza siruştî keşif kir.
- Nexweşiya Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê jî derket
Di navbera salên 2014-2017an da nexweşiya ebolayê ya ku li Gîne, Lîberya û Sîerra Leoneyê bûbû sedema mirina bi hezaran kesî, vê carê jî li komara Demokratîk a Kongoyê belav bûn.
- Li Sûdanê protestoyên zemê
Li Sûdanê di meha berfanbarê da ji ber zema zêde ya ku li ser nan, sotemenî, xwarin û xurekên pêwîstiyên sereke yên rojane ne hat kirin çalakiyên protestokirinê tên lidarxistin. Welatî dixwazin ku bila Serokê Dewletê Omer el-Beşîr îstifa bike.
Ji ber ku tundiya di protestoyan da zêde bû li 5 bajarên welêt rewşa deresayî hat îlankirin û heta niha gelek muxalif hatin binçavkirin. Ji ber mudaxeleya polêsan a ser çalakvanan nêzî 20 kes mirin.
Serok Beşîr daxuyanî da û ragihand ku pirsgirêka li welêt ji ber ambargoya welatên Rojavayê derketiye.