Önder Beyter
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2017
QUDIS
Piştî bangewaziya têkevin Mescida Eqsayê ya ku ji aliyê alimên Qudsê va hat kirin, misilmanên filistînî ahengên pîrozbahiyê li dar xistin.
Piştî bangewaziya aliman, jin, mêr, zarok, kal û pîrên filistînî li deverên cuda cuda yên Bajarê Kevn ku Herema Şerîf jî lê ye, pîrozbahî li dar xistin û ji şabûnê giriyan. Di ahenga pîrozbahiyê da filistîniyan car caran tekbîr anîn û ji ber şabûnê kirin qêrîn.
Welatiya filistînî Nehle Îbrahîmê daxuyanî da peyamnerê AAyê û wiha got, "Fedakarî û mandîbûna qudsiyan tu tune neçû. Lêbelê em bi alîkariya Xwedê gihîştin serfiraziyê. Bi tenê daxwaza me, mafê me yê li Mescida Eqsayê ye. Ev serfirazî ya hemû misilmanan e."
Ciwanê filistînî Ebdurehman Nîtşe jî wiha got, "Me şaş û metel man wekî ku evqas pasevanên xwebexş ên Mescida Eqsayê hene. Vê hejmarê û yekîtiya me kir ku daxwazên bo Eqsayê pêk werin."
Jina bi navê Ayet Colaniyê jî got ku ew niha pir şad in û wiha xeber da, "A ku îro qewimî, ji bo me mîna fetheke mezin e, şadiyeke mezin e. Îro me çawa ev mafê xwe wergirt, bi heman şêweyî emê înşelah Qudsa xwe jî paşda bistînin."
Piştî ku Îsraîlê daxwazên misilmanan ên der heqê Mescida Eqsayê da bicih anîn, alimên Qudsê yên wekî Miftiyê Qudsê Şêx Mûhemmed Huseyîn, Serqaziyê Qudsê Wesf Bekrî, Serokê Konseya Bilind a Weqfa Îslamê ya Qudsê Ebdulezîz Salhab û Serokê Heyeta Desteya Bilind a Îslamê ya Qudsê û Xetîbê Mescida Eqsayê Şêx Îkrîme Sabrî bi bangewaziyekê ji gel daxwaz kiribûn ku têkevin Herema Şerîf.