Ahmet Aydın
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2017
SILEYMANÎ
Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ku nêzîka 2 salan e ji ber lihevnekirina Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) neciviyaye, ji bo çalakbûna wê bangewazî hat kirin.

Polîtburoya YNKê bi serokayetiya Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştiyê YNKê Kosret Resûl li bajarê Silêmaniyê civiya.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku piştî civînê hat dayîn, bangewazî li PDKê hat kirin ku heta 10ê tebaxê pêwîste parlemento bê çalakkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di civînê de mijarên weke rewşa siyasî ya Iraq û Rojhilata Naverast, nexşerêya hevdîtinên YNKê ya digel aliyên siyasî, Referandûma Serxwebûnê û serdana şanda YNKê ya Îranê hatine gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku hemî partiyên siyasî yên ku biryara çûna referandûmê dane, divê demeke herî nêz de bicivin.
Parlementoya HKIyê ji 12ê cotmeha 2015an ve girtî ye û heta nuha ne civînek hatiye kirin û ne jî xebateke komîsyonî.