ANKARA
Piştî ku li Misrê derbe çêbû û Serokomar Mihemed Mursî ji wezîfeya wî hat jidûrxistin û şûna wî Evdilfettah es-Sîsî bû Serokomar, welat û şirketên rojavayê bi Misrê re bi bihayê qasî 138 milyar dolarî peyman îmzekirin. Bi van peymanan ve herî zêde di qada vejen û çekan de bazirganî hat kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir piştî tîrmeha 2013an a ku artêşê dest da ser rêvebiriyê, welatiyên rojavayê bertek nîşanî Misrê nedan û bi ser de ji hêla aboriyê ve jî piştgirî dan Misrê.
Bi giştî qasî 138 milyar dolarî peyman hatin îmzekirin. Ji van bi 12,5 milyar dolarî ve bi Erebistana Siûdî, Mirektiyên Ereban yên Yekgirtî, Kuweyt, Emman û welatên din ên li herêma kendavê re peyman hatin îmzekirin.
Îngiltereyê li gor sala 2014an veberhênanên xwe ji sedî 30 zêde kir. Heyeta ku ji Wezîrê Karên Derve Phîlîp Hammod, rêvebirên payebilind ên şirketa BP, BG, Vodafon û WHSmîthê pêk tê di meha adarê de çûn Misrê ku pêwendiyên xwe yên aboriyê û bazirganiyê pêş ve bibin.
Şirketa Alman Sîemens jî vê heftê peymanek îmze kir ku li Misrê 12 parkên bayê (600 sîstemên vejena bayê) û 3 santralên xazê ava bike.
Ji Îtalyayê jî şirketa mezin Eniyê di meha adarê de daxuyaniyek dabû û gotibû ku ew ê li Misrê 5 milyar dolarî veberhênanê bikin.
Dîsa şirketa Amerîkayê General Electricê di meha adarê de daxuyandibû ku ew ê 2,6 gîgawat ceyranê bidin Misrê ku havînê pirsgirêka ceyranê nemîne.
- Şirketên din ên li Misrê
Rûsya û Misrê di meha sibatê de peymaneke santrala nukleer îmza kiribûn. Şirketa Rûsyayê Rosatomê li Misrê santraleke nukleer ya ewil çêbike.
Şirketa ACWA Powerê ya Erebistana Siûdî û şirketa Masdarê ya Mirektiyên Ereban yên Yekgirtî jî daxuyandibûn ku ew ê li Misrê projeyên vejenê yên 2,4 milyar dolarî çêbikin.
Ji Çînê jî şirketa State Grîdê jî daxuyandibû ku ew ê li Misrê xeteke ceyranê ya ku milyarek 800 milyon dolarî çêbikin.
Ji bilî van welatan Misrê bi Fransa, Îskoçya û Kanadayê re jî ji bo ceyran û qada vejenê peyman îmze kir.