DIYARBAKIR
Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker der heqê teqîna ku di mitînga HDPyê ya Diyarbekirê da wiha got: "Ji teqînên ku li pey hev çêbûn yek teqez bi TNT û bi xar e, di her duyan da jî mekanizmaya têlefona destan hat tesbitkirin. Di ya din da jî îhtimaleke mezin TNT heye."
Eker destnîşan kir ku 80 kesên ku birîndar bûn li nexweşxaneyê tên dermankirin û wiha got: "Li nexweşxaneyê 2 jê polês 80 kesên birîndar tên dermankirin. Rewşa piraniya wan giran nîne. Rewşa 8 kesan li gor yên din giran e."