Elif Orhan
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
ÎDLIB
Mixalifên Sûriyeyî di pevçûnên bi DEAŞa hewl dida ku ji korîdora ku rejima Esed vekir bi dizîka bikeve Îdliba herêma kêmkirina rageşiyê re de 400 terorîst hêsîr girtin û gelek ji wan jî berteref kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li herêmê dan komên mixalif ên Sûriyeyî bi operasyonên hevpar DEAŞa hewl dida ku ji herêma ku rejima Esed kontrol dike hewl dida ku bikeve Îdlibê rawestand.
12 komên mixalif ên Sûriyeyê yên ku odeya operasyona hevpar a ku navê "pijiqandina dagirkeran" danê li çolwarê başûr û rojhilatê Îdlibê gelek terorîstên DEAŞî kuştin.
Di DEAŞa ku nekarîn ku bi pevçûnan bikevin Îdlibê de û gelek zayîatên wan çêbûn de belavbûnê ddest pê kir.
- Bi sedan hêsîrên DEAŞî
Berdevkê odeya operasyona hevpar a ku mixalifan ava kir Nacî Ebû Huzeyfe daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê got operasyona ku dijî DEAŞa hewl dida ku ber bi Îdlibê ve pêş bikeve dan destpêkirin dewam dike.
Ebû Huzeyfe got ku "Îro me li başûr û rojhilatê Îdlibê 80 jê birîndar nêzî 400î terorîstên DEAŞî hêsîr girtin."
Ebû Huzeyfe da zanîn ku nêzî 2 hezarî şervanên odeya operasyona hevpar a ku 12 komên mixalif ên Sûriyeyî yên ku dijî êrîşên rejima Esed û DEAŞê ava kirin hene û got ku "Me pêşî xetên parastinê ava kir û pêşketina DEAŞê rawestand. Me pişt re tearûz kir. Me gundên Um Halahîl, Huweyîn û Ard Zerzura li çolwatê ya li başûrê rojhilatê Îdlibê bi dest xistin."
Ebû Huzeyfe wiha axivî: "Van 4 rojên dawîn li gundên başûr û başûrê rojhilatê Îdlibê pevçûnên di navbera mixalif û DEAŞê de giran bûn. Zayîata DEAŞê zêde bû û belavbûnê dest pê kir. Di nav terorîstan de asta emr û fermandayê xira bû û terorîst niha şexsî tevdigerin."
Komên mixalif ên li herêmê agahî dan ku DEAŞ di pêvajoya belavbûnê de ye û xwe vedikêşe malên hucreyê.
Rejima Esed û DEAŞ ev demek e ku li Îdliba herêma kêmkirina rageşiyê ji bo ku hember mixalifan pêş bikevin hevkariya taktîkî dikin.