29 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2016
CENEVRE
Ji bo li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî were dîtin di serkêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) da hevdîtinên bi lijneyên rejim û mixalifan ra îro li Cenevreya Swîsreyê dest pê dikin, lê mixalif destnîşan dikin ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin wê tevlî hevdîtinan nebin.
Komisyona Bilind a Mizakereyê (HCN) ku ji mixalifên Sûriyeyê pêk tê, eşkere kir ku heta daxwazên wan ên rakirina dorpêçê, serbestberdana kesên girtî û hatine alîkariya însanî ku pêşkêşî NYê kirine neyên qebûlkirin wê tevlî hevdîtinan nebin.
Kordînatorê HCNyê û Serokwezîrê Sûriyeyê yê berê Riyad Hicab do êvarê daxuyanî da CNN Internationalê û wiha xeberda: "Em naxwazin herin axaftinên bêfeyde bikin. Em dixwazin beşdarî mizakereyan bibin, lê divê civaka navneteweyî jî li gor berpirsiyariya xwe hereket bike."
Di hevdîtinên li Cenevreyê da wê Nûnerê Daimî yê NYê yê Sûriyeyê Beşar el-Ceferî lijneya rejimê temsil bike.
- PYD bi fermî tevlî mizakereyan nabe
PYDya ku jê ra vexwendname nehatiye şandin bi fermî tevlî mizakereyan nabe. NY di mizakereyan da bi tu awayekî fermî PYDyê mixatab qebûl nake. Serokê PYDyê Salih Mislim bi vê mebestê jî li Cenevreyê hin hevdîtinan dike. Rûsya dixwaze PYDyê wek rêxistineke mixalif bide qebûlkirin, Tirkiye jî dibêje heger PYD tevlî hevdîtinan bibe divê ligel rejimê cî bigire.
- Rayedarên Wezareta Karên Derva Tirkiyeyê temsil dikin
Di hevdîtinan da Midûrê Giştî yê Daîreya Rojhilata Navîn a Wezareta Karên Derva Can Dîzdar wê Tirkiyeyê temsil bike.
- Ji 250 hezarî zêdetir kesên ji Sûriyeyê mirin
Li Sûriyeyê di adara 2011an da tevgerên gel çêbûn û rejimê bi tundiyê bersiv da tevgerên gel. Li ser vê li welêt şerê navxweyî derket û ji 250 hezarî zêdetir kesên ji Sûriyeyê di vî şerî da mirin û ji 4,5 milyonî zêdetir kes ji welatê xwe koç kirin û xwe sipartinê dewletên li derdorê.
Piştî hewldana ewil di 22yê rêbendana 2014an da Konferansa Cenevre-2yê hatibû kirin û jê encam derneketibû.