Muhammet Kurşun
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
CENEVRE
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Staffan de Mîstûra, diyar kir ku li Xûtaya Rojhilat agirbest hat ragihandin.
Mîstûra, digel heyeta Komîteya Bilind a Muzakereyê ku muxalifên Sûriyê di bin banê wê de cih digirin qederê 2 seetan civîn kir.
Piştî civînê Mîstûra daxuyaniyê da rojnamevanan û got serê sibejê digel nûnerên 5 welatên endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî Amerîka, Çîn, Ingîltere, Fransa û Rûsyayê re axiviye.
Li ser pirseke der barê Xûtaya Rojhilat de jî Mîstûra wiha cewab da:
"Îro di civîna bi 5 welatan re de Rûsyayê ji min re got me ji bo Xûtaya Rojhilat agirbest teklîfî rejimê kiriye û rejimê jî ev qebûl kiriye. Lewra em di vê mijarê gelekî bifikar in. Emê bibînin bê ka ev dê bicih were yan na."
Mîstûra herwiha got ragihandina agirbestê ne tesadufen e û beriya tûra 8emîn ev teklîf hatiye kirin û qebûl bûye.
Mîstûra wek din destnîşan kir ku li ser encama tûra 8emîn bitevdîr hereket dikin û dê ji bo rejim û muxalefetê hevdîtina yekser teklîf bikin.