Nihat Kavşut
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
MOSKOVA
Dimîtrîy Peskovê Berdevkê Kremlînê destnîşan kir di Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê da armanca sereke ew e lîsteya beşdarvanan bê amadekirin û wiha got: "Dîroka kongreyê hê eşkere nebûye. Şert û qaîdeyek tuneye ku beriya sal biqede kongre bê kirin."
Peskov daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ji bona Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê bernameyeke eşkere tuneye.
Dimîtrîy Peskov diyar kir armanca sereke ew e lîsteya beşdarvanan bê amadekirin û wiha got: "Dîroka kongreyê hê eşkere nebûye. Şert û qaîdeyek tuneye ku beriya sal biqede kongre bê kirin."
Peskov destnîşan kir ji bona çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê girîngiyê didin hevdîtinên Cenevreyê jî û wiha got: "Ji bona peymanên bên îmzekirin pêk werin pêvajoya Cenevreyê girîng e. Loma jî divê hevdîtin berfireh bin."