Türkan Tosun
28 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
QUDS
Hat ragihandin Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu rakirin nexweşxaneyê.
Li gor nûçeya rojnameya Îsraîlê Yedîot Aharonotê doxtorê taybet ê Netanyahu got ji ber ku agirê wî zêde bûye û dikuxe, ew rakirine nexweşxaneyê.
Doxtorê Netanyahu got Serokwezîrê Îsraîlê du hefte berê nexweş ket, lê têra xwe îstirehet nekir, dibe ku ji ber vê ew nexweş ketibe.
Der barê Netanyahu de îdiayên bêrêtiyê hebûn û divê wî di 19ê adarê de îfade bida. Lê polêsê Îsraîlê ji ber nexweşiya wî ev lêpirsîn paşve avêtibû.