09 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê mensûbên PKKya rêxistina terorê êrîşî wesaîta polêsan kir û rokêta ku avêtin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ket.
Terorîstan li taxa Yasefê bi çekên lûledirêj û roketavêjan va erîşî polêsên ku dewriye digeriyan kir. Polêsan jî gule berdan wan û pevçûn derket.
Di êrîşê da rokêta ku terorîstan avêt, li servîsa diyalîzê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ket. Tiştek bi kesî nehat, lê di bînayê da xesar çêbû.
Di servîsa diyalîzê da 13 nexweş û personelên tenduristiyê bi digel kesên ku li ber morgê benda cinazê xizmên xwe bûn, gelekî tirsiyan.
Ji ber êrîşê, servîsa acîlê ya nexweşxaneyê ji bo demekê hat girtin.
Ji bo ku terorîst werin girtin, operasyonê dest pê kir.