HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizayî da zanîn ku dê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re beşdarî Forûma Aboriyê ya Cîhanê ya ku dê li Stenbolê bê lidarxistin, bin.
Dizayî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dê li Tirkiyeyê hin têkiliyan daynin û wiha got: "Em dê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re roja yekşemê beşdarî Forûma Aboriyê ya Cîhanê ya ku dê li Stenbolê bê lidarxistin, bin."
Dizayî li ser rewşa dawî ya Iraqê jî sekinî û got ku di mijara pevçûnên li welêt û penaberên ku ji herêmên din hatin HKIyê de ji Tirkiye, DYA, welatên Ewropayê û Îranê arîkariya "mirovahiyê, leşkerî û siyasî" dixwazin.
Dizayî da zanîn ku li HKIyê milyonek û 400 hezar penaberên ku ji herêmên din ên Iraqê hatine hene û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ji meha kanûna paşîn heta niha 850 hezar kes hatin herêma me. Serjimara wilayeta Dihokê milyonek û 300 hezar e, 850 hezar penaber li vê wilayeta me bi cî bûn. Hikûmeta Bexdayê budçeya me birî. Pirsgirêka me ya aboriyê mezin e. Em ji welatên cîhanê, NYyê, YAyê û welatên cînar arîkariya mirovahiyê dixwazin."
Dizayî ragihand dixwazin ku hikûmeta navend a Iraqê di vê mijarê de çi dikeve ser milên wê bi cî bîne û wiha axivî: "Hikûmeta Iraqê divê vê barê bigire ser milên xwe. Ji ber ku piraniya van kesan ji Mûsil, Selahaddîn û Enbarê hatin herêma Kurdistanê. Hikûmeta Bexdayê heta niha hin tişt kirin ku lê ev têrî nakin. Ev mirov mirovên me ne. Em digel pirsgirêkên aboriyê arîkarî dikin. Lê belê derfetên me kêm in."
-"Bila bêtir kampan çêkin"
Dizayî pesnê arîkariyên Tirkiyeyê yên di vê pêvajoyê de da û got ku "AFADê li Dihokê kampeke gelek xweş çêkir. Em dixwazin ku bêtir kamp bên çêkirin."
Dizayî li ser têkiliyên Tirkiye û HKIyê jî sekinî û wiha axivî: "Em pêvajoya siyasî ya Tirkiyeyê ya wê demê fehm dikin. Rehîne di destê DÎŞIyê de bûn. Ev normal e. Tirkiye ji bo me çi kir. Ev ne karê me ye ku em eşkere bikin. Rast nîne ku mirov bibêje tiştek nehat kirin. Tişteke wiha tune. Hin tişt hatin kirin. Heke Tirkiye naxwaze van eşkere bike, em li hember vê nêrîna wan rêz digirin."
Ji Dizayî pirsîn ku piştî xilaskirina rehîneyan ji Tirkiyeyê çi hêvî dikin? Dizayî li ser vê pirsê wiha got: "Ev bi tememî girêdayî polîtikaya Tirkiyeyê bi xwe ye. Ev têkiliyeke wisa ye ku li ser berjewendiyên hevpar hatiye avakirin. Hemû herêm bi tehdîda terorê re rû bi rû maye. Tirkiye welatêkî cidî û berpirsyar e. Welatêkî hêzdar ê herêmê ye û endamê NATOyê ye."
Dizayî got ku gelê me li benda bêtir tiştan e û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ji welatên din di serî de serokomar, serokwezîr û wezîr lijneyên asta herî bilind hatin Tirkiyeyê. Tabî gelê me ji Tirkiyeyê tu heyet nedîtin.. Ev zêdetir gaziniya gel e. Ango mirov gaziniyê li dostên xwe dikin. Hêviyên me ji Tirkiyeyê zêdetir bûn û em hêvî dikin ku ev bi awayekî dostane bi cî bên."
HEWLÊR (AA) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizayî da zanîn ku dê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re beşdarî Forûma Aboriyê ya Cîhanê ya ku dê li Stenbolê bê lidarxistin, bin.

news_share_descriptionsubscription_contact