Önder Beyter
04 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku Iraqê operasyona ji destê rêxistina terorê DEAŞê rizgarkirina rojavayê bakurê Mûsilê dest pê kir.
Fermandarê Fermandariya Operasyonên Mûsilê Korgeneral Evdilemîr Yarullah di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku Yekîneyên Zirxpoş ên 9emîn, Tûgaya 73yemîn û ekîbên girêdayî Teşkîlata Polêsên Federal li rojavayê bakurê Mûsilê ketin herêma Mîşerfe, Kenîse û Harmatê.
Mûsila ku duyemîn bajarê mezin ê Iraqê ye di hezîrana 2014an da ketibû destê rêxistina terorê DEAŞê.