Sümeyye Dilara Dinçer,Büşranur Koca
15 Hezîran 2023•Rojanekirin: 16 Hezîran 2023
Sermizakerevanê Swêdê yê Berpirsê Endamtiya NATOyê Oscar Stenstrom diyar kir, welatê wî sûcên asayî û yên terorê ji hevdu cuda dike û wiha got, "Sewêd ji bo PKKyê stargeheke ewle nîne."
Stenstrom ji bo civîna çarem a Mekanîzmaya Hevpar a Mayînde ya di çarçoveya Rêkeftina Sêalî ya heyetên Tirkiye, Fînlandiya, Swêd û NATOyê da ava bûye, hat Enqereyê û piştî hevdîtinê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Stenstrom diyar kir, di qanûna cezayê ya nû ya ku li Swêdê di 1ê Hezîranê da ket warê cîbicîkirinê da endamtiya rêxistineke terorê dereqanûnî tê hesibandin û wiha got, "Sewêd ji bo PKKyê stargeheke ewle nîne."
Stenstrom destnîşan kir, li Swêdê kesên ku daxwaza îzna mayîna berwext û mayînde dikin, heke ku derkeve holê peywendiya wan bi terorê ra heye, serîlêdana wan dê were redkirin.
Stenstrom wiha got, "Em dizanin ku di mijara terorê da pirsgirêkên mezin ên Tirkiyeyê hene û wekî hikûmeta Swêdê em di vê da cidî ne."
Stenstrom her wisa îdia kir ku nêzîk e welatê wî bibe endamê NATOyê.