İbrahim Atmaca
07 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2020
Meclisa Îranê bi telîmata pêşeng Ayetullah Elî Xaminey budçeya Hêza Qudsê ya girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşê 200 milyon ewro zêde kir.
Li gor ISNAya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî, Serokê Meclisê Elî Larîcanî di rûniştina vekirî da axivî û got ku ji bi piştgiriya Hêza Qudsê ji Fona Pêşketina Neteweyî seba Hêza Qudsê 200 milyon ewro hat terxankirin.
Larîcanî diyar kir ku biryar bi telîmata pêşengê Îranê Xaminey hat dayîn.
- Kuştina Silêmanî
Hêza Qudsê ya ku operasyonên eskerî-îstixbarî yên Artêşa Mihafizên Şoreşê yên derveyî welêt dimeşîne, weke ji rêxistinên îstixbaratê ya herî hêzdar tê zanîn. Hêza Qudsê rasterast girêdayî Xamineyê pêşengê Îranê ye.
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) daxuyandibû ku Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis di êrîşa ku nêzî Balafirgeha Bexdayê hat kirin da hatin kuştin.
Di êrîşê da digel Silêmanî û efserên Îranî, 5 Iraqiyên ku Mihendis jî di nav wan ne va bi tevahî 10 kes hatibûn kuştin.
Ayetullah Elî Xamineyê serokê dînî yê Îranê piştî bûyerê di daxuyaniya xwe da gotibû, "Bi çûyîna wî karên ku wî dikirin ew ê nesekinin û rêya wî ew ê neyê girtin. Heyfeke mezin li benda sûcdaran e."
Xameney diyar kiribû ku li welêt ji bo 3 rojan şîn îlan kir, di dewsa Silêmanî da Tuxgeneral Îsmaîl Qaanî tayîn kiribû.