Elif Orhan
18 Tebax 2018•Rojanekirin: 18 Tebax 2018
QÛDUS
Polêsên Îslaîlê yên ku piştî nimêja esrê deriyên MescîdaEqsayê girtin midaxaleyî xwepêşandêrên Filîstînî yên ku li deriyê Esbatê (bi şêr) a Harema Şerîf civiyan kir.

Xwepêşandêrên xwestin ku nimêja eşayê li ber deriyê Esbatê bikin bi destê polêsên Îsraîlê ve hatin astengkirin. Polêsan xwepêşandêr belav kirin û li herêma Bajarê Kevin a ku Mescîda Eqsa tê de ye bombeyên dengê
teqandin.

Polêsan destûr da ku bi Miftiyê Qûdus û Filîstînê Şêx Mihemed Hiseyîn, Wezîrê Karên Qûdusê yê girêdayî Filîstînê Ednan el-Huseynî û Midûrê Mescîda Eqsayê Şêx Omer el-Kiswanî re tenê çend kes nimêj bikin.
Rageşiya li Bajarê Kevin û dora Mescîda Eqsayê dewam dike.