Ekip
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2017
BAĞDAT
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî li ser îddiayên êrişên Artêşa Iraqê bo ser Pêşmerge got: "Em ê artêşê li dijî gel neemilînin û li dijî kurdan şer nedin destpêkirin."
Îbadî di daxuyaniya xwe de ku li ser televizyona dewleta Iraqê weşiya ragihand ku ew li dijî kurdan şer nakin û artêşê li hemberî xelk bi kar nayinin.
Îbadî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:
"Parastina yekparçeyiya Iraqê jî wezîfeya me ye. Bicihkirina destûrê, parastina welatiyan û muhafezeya serweta millî ji bo me muhîm e. Ev hemû di mesûliyeta me de ne."
Encumena Asayişa Herêma Kurdistana Iraqê do ragihandibû ku hêzên Iraqê ji bo êrişa Pêşmerge haziriyê dikin.